DYE û Îran neyekser danûstandinê dikin: Pakistan navbeynkar e
Hate eşkerekirin ku ji bo bidawîkirina şerê navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê hevdîtin dewam dikin.
Hate eşkerekirin ku ji bo bidawîkirina şerê navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê hevdîtin dewam dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Îshaq Dar ragihand ku Washingtonê çarçoveyek ji 15 xalan pêşkêşî Tehranê kiriye. Donald Trump peyamên tund da Îranê. Îsraîlê jî diyar kir ku fermandarê hêzên deryayî yê Muxafizên Şoreşê yên Îranê hatiye kuştin.
DANÛSTANDINÊN NEYEKSER
Hate ragihandin ku ji bo bidawîkirina şer di navbera DYE û Îranê de danûstandinên neyekser têne kirin. Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê û Alîkarê Serokwezîr Îshaq Dar diyar kir ku hevdîtin bi navbeynkariya Pakistanê tê kirin.
Dar di daxuyaniya roja Pêncşemê de anî ziman ku di navbera DYE û Îranê de li ser peyaman danûstandineke dîplomatîk a neyeser dewam dike.
Dar got, Washingtonê paketeke pêşniyarê ya ji 15 xalan pêşkêşî Tehranê kiriye û ev sernav hîn jî ji aliyê Îranê ve têne nirxandin.
Wezîrê Pakistanê diyar kir ku ne tenê Pakistan, her wiha welatên herêmî yên weke Tirkiye û Misir jî piştgiriyê didin pêvajoyê.
JI TRUMP GEFÊN NÛ
Serokê DYE'yê Donald Trump li ser platforma medya dîjîtal Truth Social daxuyanî da û gotin û gefên tund li Îranê kir.
Trump îdîa kir ku muzakerevanên Îranî "gelekî cuda" û "ecêb" e û anî ziman ku "şaş e" ku rêveberiya Tehranê ji bo pêşniyarên DYE'yê tenê dibêjin "lêkolîn" dikin.
Trump îdîa kir ku Îranê ji aliyê leşkerî ve derba giran xwariye û got, "Bêyî ku zêde dirêj bike cidî bibin wê baştir be" û gef xwar, ku di rewşeke berevajî de dikarin bi encamên ku veger ji wan nebe rast bê.
TRUMP: PÊWÎSTIYA ME BI NATO'YÊ NÎNE
Trump heman rojê parvekirineke din kir û bi ser NATO ve çû. Trump îdîa kir ku li hemberî Îranê ti welatên NATO'yê tevkarî li wan nekirin û got, "Pêwîstiya DYE'yê bi ti tiştekî NATO'yê nîne."
ÎSRAÎL: FERMANDARÊ HÊZÊN DERYAYÎ YÊN MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ HATE KUŞTIN
Li qadê jî rageşiya leşkerî dewam dike. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz anî ziman ku fermandarê hêzên deryayî yên Muxafizên Şoreşê yên Îranê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye kuştin.